Hevdîtinên Astanayê yên mijar Sûriye ye di 21-22yê Berfanbarê da wê li Qazaxistanê bên kirin

Kazakhstan
17mîn civîna hevdîtinên Astanayê yên bi garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê ku di sala 2017an da ji bo qeyrana Sûriyeyê bê çareserkirin dest pê kiribûn wê di 21-22yê Berfanbarê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê bê kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Qazaxistanê Aybek Smadiyarov daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku tarîxa ku wê 17mîn Hevdîtinên Astanayê bên kirin, diyar bû.
Smadiyarov destnîşan kir ku welatên garantor jî tev bi beşdarbûna hemû aliyan va civîn di 21-22yê Berfanbarê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê wê bê kirin.
Herî dawîn 16mîn Hevdîtinên Astanayê di 7-8ê Tîrmehê da li Nur Siltanê hatibûn kirin.
Di civînê da mijarên wek rewşa heyî ya li Sûriyeyê, gihandina alîkariyên mirovahî, berdêlîkirina girtiyan, berdana mehkûman û gelek mijarên din jî hatibûn nîqaşkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.