Dinya

"Heta ez malbata xwe di destê rejimê da bihêlim bimirim çêtir e"

Rejima Beşar Esed bi alîkariya Rûsyayê li başûrê Îdlibê pêşva diçe û loma jî sivîlên ji cî û warên xwe bûn û koçî kampên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kirin hê jî şîvar û şerpeze ne.

Nihat Kavşut  | 22.08.2019 - Rojanekırın : 23.08.2019
"Heta ez malbata xwe di destê rejimê da bihêlim bimirim çêtir e"

İdlib

Rejima Beşar Esed bi alîkariya Rûsyayê li başûrê Îdlibê pêşva diçe û loma jî sivîlên ji cî û warên xwe bûn û koçî kampên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kirin hê jî şîvar û şerpeze ne.

Ebû Îmranê ji ber êrîşên rejima Beşar Esed ku bi alîkariya Rûsyayê li başûrê Îdlibê dike koçî gundê Kefer Lusîna li ser xeta sînorê Sûriyeyê kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li gundê Babolîna li başûrê Îdlibê tevatî û rehetî nemaye û wiha dewam kir: "Piştî ku malên cînar û apê min hatin bombekirin me eşyayên xwe kom kirin û derketin rê. Em nizanin em ê bi ku derê va herin. Hemû rê bi wesaîtên sivîlên koç dikin tije bûne."

Îmran diyar kir hin kes di konan da û hin kes jî li ser zeviyan û di bin darên zeytûnê dimînin.

- "Zarok bi şev û bi roj xew nakin"

Ebdo Şehhadê ji Marhata gundê Îdlibê destnîşan kir ji ber êrîşên esmanî sê roj bi tenê li ber xwe dane û got ku di rojên dawîn da bomberan zêde bûne.

Şehhad diyar kir li gundê Hişa 2,5 kîlomêtro dûrî gundê wan ji ber ku êrîş hat kirin camên malên wan jî teqiyane û wiha axivî: "Me xwest em bi peya ji gund birevin. Peyra ez çûm min bi motorbisqilêtê malbata xwe hilda û em derketin rê. Bi rê da me qeza kir û qorika min şikest û ez rakirim nexweşxaneyê. Piştî hatim dermankirin 10 roj e em bi rê da ne. Kes bi mera eleqedar nebû. Kesî av jî neda me. Ji êrîşên esmanî bêhtir em ji ber pêşvaçûna rejimê tirsiyan. Heta ez malbata xwe di destê rejimê da bihêlim bimirim çêtir e."

Nizar Eliyê ji gundê Hişê jî destnîşan kir rê ji wesaîtên kesên koç dikin xalî nabe û got ku di her çadirê da 5-6 malbat dimînin û îhtiyaca me bi her tiştî heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın