28 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
BEXDA
Serokê şiî Muqteda Sedirê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku divê Heşda Şabî li Iraqê di nav hêzên ewlehiyê yên fermî da cih bigire û wiha pê da çû: "Ji bo berjewendiyên giring ên neteweyî û binpêkirina hemû pirsgirêkên ewlehî, siyasî û nijadî divê Heşda Şabî di nav hêzên ewlehiyê da bê bicihkirin û ez vê yekê pêşniyaz dikim."
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî jî ji ber "polîtîkayên mezhebî" di daxuyaniyê da hat bibîranîn û wiha hat gotin: "Ew kesên ku xwedî bêhneka qirêj a mezhebî ne û ji sê parên Iraqê yek firotine jî di vê heyamê da divê bên dûrxistin."
Qala sûniyan jî hat kirin û hat xwestin ku bila aliyên din neyên terikandin û destûr neyê dayîn ku hêzên xêrnexwaz tevlî kar û barên Heşda Şabiyê bibin û bixin bin kontrola xwe.