Dinya

Herêmên ku Îsraîl ji Xezeyê vedikişe êdî Filistîniyên koçber lê vedigerin

Ramzi Mahmud, Safiye Karabacak  | 11.10.2025 - Rojanekırın : 12.10.2025
Herêmên ku Îsraîl ji Xezeyê vedikişe êdî Filistîniyên koçber lê vedigerin

Gazze

 Piştî ku artêşa Îsraîlê bi awayekî qismî ji Xeta Xezeyê vekişiya û agirbest kete rewacê, bi sed hezaran Filistînî ji beşên navîn û başûrê Xezeyê ber bi bakur va vedigerin.

Îsraîliyan li çend deverên Şerîeya Rojava êrîşî cotkarên Filistînî yên ku zeytûn diçinîn kirin

Bi hezaran Filistîniyên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji cih û warên xwe bûne, eşyayên xwe ji navendên penaberan ên li beşên navîn û başûrê Xezeyê kom kirin û ber bi malên xwe yên li bajarê Xezeyê û parêzgehên bakur va derketin rê.

Rêwîtiya dijwar a ku Filistîniyan ji başûr ber bi bakurê Xeta Xezeyê va, ji ser caddeya Reşîd û Selahedînê va dikin, bi saetan diajo.

Li Xezeyê ku ji ber kêmbûna sotemeniyê kêm wesayît dixebitin, gelek kes bi peya rêwîtiyê dikin, hinek jî erebeyên dewaran, bisiklêt an motorsîkletan bi kar tînin.

Bi sedan kesên ku vegeriyan malên xwe, neçar man ku li ser xirbeyên malên xwe yên ku di êrîşên Îsraîlê da bi tevahî wêran bûne, konan vegirin.

Piştî rêkeftina li Misrê, duh li gorî dema herêmî saet 12.00an agirbest li Xezeyê ketibû rewacê.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê da hatibû diyar kirin ku vekişîna qismî ya eskerên Îsraîlê ber bi xalên ku wekî "xeta zer" hatine destnîşankirin, temam bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın