Muhammet Kurşun
16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
ANKARA
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxuyaniya berpirsê Artêşa Pasdarên Îranê da û gotinên "Hebûna 36 konsolosxaneyan li Hewlêrê ne asayî ye. Divê Konsolosxaneya Siûdî li Kurdistanê were girtin" wek "bêmesûlane" wesifand û rexne li van gotinan girt.
Hikûmeta Herêmê di daxuyaniyeke resmî de helwesta Artêşa Pasdaran rexne kir û ji mesûliyetê dûr nirxand.
Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de wiha ragihand:
"Konsolosxaneyên dewleta li gor yasayên Iraq û Herêma Kurdistanê li Hewlêrê vedibin. Kar û xebatên wan jî di çarçoveya van qanûnan de têne kirin. Heqê tu kesî tuneye ku daxwaza girtina konsolosxaneyên li Herêma Kurdistanê bike."
Hikûmeta Kurdistanê bibîr anî ku Pasdarên Îranê berê jî gotinên "wisa bêmesûlane" kiribûn û cih da van gotinan: "Ev ne cara yekê ye ku berpirsên Artêşa Pasdaran gotinên wisa bêmesûlane li dijî Herêma Kurdistanê dibêjin. Ev helwest, mudaxele ye li ser karê hundirê Iraqê û Herêma Kurdistanê. Herwiha tu hincet jî bo van gotinan tuneye."
Di dawiyê de hat gotin ku, "Herêma Kurdistanê dixwaze bi cîranên xwe û dewletên cîhanê re têkiliyên dostane ava bike. Divê Tehran helwesteke ciddî li hemberî van daxuyaniyên bêmesûlane bigire. Lazim e Tehran nehêle ku daxuyaniyên wisa dubare bibin. Lewra ev daxuyanî bi tu awayî ne di berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de ne. Em van daxuyaniyan bi tu awayî qebûl nakin û bi her awayî jî red dikin."