03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê DYAyê der heqê Îrana moşekên balîstîk diceribîne da got, hemû rê û rêbaz di rojevê da ne.
Trumpê li Qesra Sipî bi karsazan ra hat bal hev, der barê ceribandinên Îranê yên ji bo moşekên balîstîk da daxuyanî da rojnamevanan.
Donald Trump li ser pirsa "Li dijî Tehranê rê û bazên leşkerî di rojevê da yan na" wiha got: "Hemû rê û rêbaz di rojevê da ne."
Trump di peyama xwe ya li ser Twitterê da wiha gotibû: "Bi fermî Îran hat hişyarkirin."
Michael Flynnê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Sipî do destnîşan kiribû ceribandinên Îranê yên ji bo moşekên balîstîk li dijî herêm û DYAyê gef û talûke ye û wiha gotibû: "Em îro bi fermî Îranê hişyar dikin."
Tê îdiakirin menzîla moşekên balîstîk ên Îranê gihîştiye 3 hezar kîlomêtroyî.