Sevim Hatun
13 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kûrtûlmûş: "Piştî vê pêvajoyê biryar hat dayin wê heta ku Hollanda bi awayekî van kirinên xwe telafî bike, hemû civînên di asta bilind de û hevdîtinên fermî yên asta bilind bên taloqkirin. Me îro li ser televizyonan jî dît. Polêsê Hollandayê kûçik berdan ser însanên me û ew dane gezkirin. Hin deverên wan hatine parçekirin, hin der hatine dirûtin. Dev û rûyê wan parçe bûne. Parastina hiqûqa van însanan yek ji mesûliyeta Dewleta Komara Tirkiyê ye. Dozên ku di vê çarçoveyê de bêne vekirin emê piştgiriya hewce bidin. Dê heq û hiqûqa însanên me were parastin û ji bo bi tu awayî zererê nebînin dê tevdîr were girtin."
Alîkarê Serokwezîr Kûrtûlmûş: "Tirkiye zererê ji vê nabîne. Tirkiye dê heq, hiqûq û rûmeta xwe biparêze. Lê zerera mezin dê Hollanda di serî de gelek dewletên li Ewropayê bibînin. Lewra ji nijadperestiyê, faşîzmê, dijmintiya penaberan û bi kategorîzekirin û vederkirina însnaan fêde nagihê tu kesî. Ev sînyalên rûxînên mezin in li Ewropayê. Ev rageşî, ev krîz, ev kaos hûn jê re çi dibêjin bibêjin, sedema vê krîzê ne em in, berpirsê vê ne Tirkiye ye. Herçiqas berpirsê vê qeyranê Tirkiye nebe jî wê ji vir û pê ve bi berpirsiyarî tevbigere û ji bo gelê Tirkiyeyê û Hollandayê neyê hemberî hev hewl bide."
Kûrtûlmûş: "Biryar hat stendin ku tewsiyeya fesixkirin û betalkirina Koma Dostaniya Meclisa Tirkiyê û Hollandayê pêşniyarî Meclisa Tirkiyê were kirin. Destûra ku par di 27ê kanûna 2016an de dabûn çûnûhatina bi balafirê ya dîplomatan ku dabûn dîplomatên Hollandayê, ji îro pê ve hat betalkirin. Bila ev şaş neyê fêmkirin, welatiyên Hollandayê eleqeder nake. Ev dîplomatên ji bo ziyaretên fermî bên Tirkiyeyê eleqeder dike. Heta ku Hollanda dev ji van tevgerên xwe berde û temîr bike wê destûrê nedin çûnûhatina bi balafiran a dîplomasiyê."