Hemasê cenazeyên 2 dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê radestî Xaça Sor kir

Quds
Hemasê di çarçoveya peymana agirbest û danûstandina dîlan ya li Xezeyê da cenazeyên 2 dîlên Îsraîlî yên din radestî heyeta Rêxistina Xaça Sor ya Navdewletî (ICRC) kir.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat gotin ku darbestên 2 dîlên Îsraîlî li cihê hevdîtinê yê li Xeta Xezeyê ji aliyê Xaça Sor va hatine wergirtin.
Hat ragihandin ku heyeta Xaça Sor ji bo radestkirina darbestan ji artêşa Îsraîlê ra ketiye rê.
Hemasê heta niha cenazeyên 8 dîlên ji 28 dîlên mirî yên li Xeta Xezeyê radest kiribûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.