Dinya

Hemas: Îsraîl peymana agirbestê binpê dike û ji berpirsiyariyên xwe direve

Mehmet Nuri Uçar  | 19.10.2025 - Rojanekırın : 19.10.2025
Hemas: Îsraîl peymana agirbestê binpê dike û ji berpirsiyariyên xwe direve

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Hemasê destnîşan kir ku ew pabendî peymana agirbestê ye ku wan bi Îsraîlê ra kir û daxuyand ku Îsraîl peymanê binpê dike, li meniyan digere û ji berpirsiyariyên xwe direve.

Ji rêvebirên Hemasê Îzzet er-Rîşk daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, Îsraîl timî peymana agirbestê binpê dike û ji bo ku sûcên xwe meşrû bike behaneyan peyda dike.

Rîşk daxuyand, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji ber ku di binê zexta zêde ya koalîsyona rastgir da ye, hewl dide ku ji berpirsiyariyên xwe bireve, Îsraîl bi van teşebisên xwe va hewl dide ku guh nede navbeynkar û garantoran û ji berpirsiyariyên xwe bireve.

- Li Xezeyê peymana agirbest û berdêlîkirina hêsîran

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê Cotmehê da daxuyandibû ku Îsraîl û Hemasê li Misrê di mizakereyan da merhaleya ewil a plana agirbestê pesend kir.

Li Misrê peyman hatibû îmzekirin û bi pesendkirina hikûmeta Îaraîlê va di 10ê Cotmehê da ketibû dewrê.

Artêşa Îsraîlê li gorî peymanê vekişiyabû "xeta zer" û hatibû daxuyandin ku li Xeta Xezeyê heman rojê di saet 12.00î da agirbest ket rewacê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın