Hemas: Îsraîl ji agirbestê vir va li Xezeyê 813 îxlal kirin û 400 Filistînî kuştin
Istanbul
Xazî Hamedê ji birêvebirên Hemasê diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji îmzekirina agirbestê vir va 813 îxlal kirin û di van êrîşan da ji sedî 95ê wan sivîl bi tevahî 400 Filistînî kuştin.
Li gor daxuyaniya ji ser hesabê Telegramê ya Hemasê hat weşandin êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê rojane kêm zêde teqabûlî 25 êrîşan dike.
Hamedê birêvebirê Hemasê qal kir ku ji agirbestê vir va Îsraîlê dijî Xeta Xezeyê 813 îxlal kirin, 400 Filistînî hatin kuştin û ji sedî 95ê kesên hatin kuştin sivîl in ku ji zarok û jinan pêk tên.
Hamed bal kişand ku giraniya êrîşan di asta xeternak da ye û destnîşan kir ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan jin û zarok in, Îsraîl bi qesdî û zanebûn sivîlan hedef digire.
