Dinya

Hemas: Peymana agirbestê di pevçûna bi Îsraîlê ra xala werçerxê ye

Mohamed Majed, Ali Semerci  | 16.01.2025 - Rojanekırın : 17.01.2025
Hemas: Peymana agirbestê di pevçûna bi Îsraîlê ra xala werçerxê ye

Gazze

XEZE (AA) - Hemasê peymana agirbestê ya tê çaverêkirin ku di 19yê Çileya Paşîn da li Xeta Xezeyê bikeve rewacê, di pevçûna bi Îsraîlê ra wek xala werçerx bi nav kir.

Hemasê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê da der barê mijarê da agahî da.

Di daxuyaniyê da wiha hatin gotin: "Peymana agirbestê fêkiyê berxwedana me ya bi qehremanî û îradeya efsanewî ya gelê me yê Filistîna mezin e ku ji 15 mehan zêdetir e li Xeta Xezeyê didomîne. Peymana rawestandina êrîşên li ser Xezeyê serkeftina gelê me, berxwedana me, neteweya me û gelên azad ên cîhanê ye. Ev nîşaneya rizgarbûna gelê me û di rêya gihandina armancan a vegera welat da di pevçûna bi dijmin ra (Îsraîl) xala werçerxê ye."

Hat gotin lihevkirin li ser esasa berpirsyariyê ya Îsraîlê ya ji bo ku li dijî gelê Filistînê yê bi biryar û bi sebir Xeta Xezeyê êrîşan rawestîne, xwînê nerijîne, şerê komkujî û îmheyê dawî bike pêk hatiye.

Hemasê helwesta welatên Ereb, Îslamê û yên din ên ku bi awayekî fermî li cem Xezeyê sekinîn û kiryarên Îsraîlê eşkere kirin ku êrîş rawestin jî pîroz kir.

Di daxuyaniyê da ji navbeynkarên ku ji bo gihîştina vê lihevkirinê gelek hewl dane ra spasî hat kirin û pesnê rola Qeter û Misrê ya girîng ya di serkeftina navbeynkariyê da hat dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın