Hemas: Me pêşniyaza Misir û Qeterê ya ji bo agirbesta li Xezeyê û berdêlîkirina hêsîran qebûl kir

Quds
Hemasê ragihand ku wan bi komên Filistînî ên din ra pêşniyaza Misir û Qeterê ya ji bo agirbesta li Xezeyê û berdêlîkirina hêsîran qebûl kir.
Hemasê der barê pêşniyaza nû ya ku welatên navbeynkar seba agirbesta li Xezeyê û berdêlîkirina hêsîran pêşkêş kir da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin, pêşniyaza nû ya agirbest û berdêlîkirina hêsîran a ku Qahîre û Dohayê pêşkêş kir, hat qebûlkirin û wiha hat gotin: "Hemas û komên din ên Filistînî pêşniyaza ku Misir û Qetera welatên navbeynkar duh pêşkêş kir, qebûl kirin."
Li gor çavkaniyên payebilind ên ku ji kanala El-Qahîre el-Îxbariye ya li Misrê weşanê dike ra axivîn, di pêşniyaza nû da seba 60 rojî agirbesta berwext heye, her wiha pêvajoyeke ku wê "bi peymaneke berfireh şer kuta bike" jî di pêşniyazê da heye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.