Dinya

Hemas: Li Xezeyê peymana agirbestê hat îmzekirin, em hewildanên Tirkiye, Qeter, Misir û Trump teqdîr dikin

Muhammed Emin Canik  | 09.10.2025 - Rojanekırın : 09.10.2025
Hemas: Li Xezeyê peymana agirbestê hat îmzekirin, em hewildanên Tirkiye, Qeter, Misir û Trump teqdîr dikin

Istanbul

 Hemasê piştrast kir ku li Xeta Xezeyê peymana agirbestê hat îmzekirin û wiha daxuyand; ew hewildanên Tirkiye, Qeter, Misir û Trump teqdîr dikin.

Ji Hemasê daxuyaniya nivîskî hat dayîn û hat piştrastkirin ku piştî mizakereyên girîng ên ku bi komên Filistînî ra hatin kirin, li Xezeyê peymana agirbestê hat îmzekirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Hemas radigihîne ku ji bo bidawîkirina şerê dijî Xezeyê, vekişîna dagirkeran, ketina alîkariyan û berdêlîkirina hêsîran peymanek hat îmzekirin."

Di daxuyaniyê da spasiya navbeynkaran hat kirin û wiha hat gotin, "Em ji bo hewildana wan a navçêtiyê birayên xwe yên li Qeter, Misir û Tirkiyeyê teqdîr dikin. Her wiha em Serokê Amerîkayê Donald Trump jî pîroz dikin ku seba bidawîkirina şer hewl da û armanca wî ew e ku Îsraîla dagirker bi temamî ji Xezeyê vekişe."

Ji aliyê din va piştî peymana agirbesta li Xezeyê û berdêlîkirina hêsîran, Hemasê lîsteya Filistîniyên ku ew dixwaze Îsraîl wan berde, teslîm kir.

Serokê Amerîkayê Trump daxuyandibû ku Îsraîl û Hemasê qonaxa ewil a plana agirbesta li Xezeyê pesend kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın