Dinya

Hemasê ragihand ku wan pêşniyaza Amerîkayê ya ji bo agirbestê pejirand

Hamdi Yıldız  | 26.05.2025 - Rojanekırın : 28.05.2025
Hemasê ragihand ku wan pêşniyaza Amerîkayê ya ji bo agirbestê pejirand

Istanbul

Hat ragihandin ku Tevgera Hemasê pêşniyaza Steve Witkoffê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn a ji bo agirbesta li Xeta Xezeyê pejirand.

Li gorî agahiya ku çavkaniyekî Filistînî yê nêzîkî Hemasê da peyamnêrê AAyê, Hemasê pêşniyaza Witkoff a ji bo agirbestê pejirand.

Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, diyar kir ku Hemasê ji bo berjewendiyên gelê Filistînê û rawestandina jenosîdê, pêşniyaza Witkoff a ji bo agirbestê pejirand.

Çavkanî der heqê pêşniyaza agirbesta navborî da zêdetir agahî nedan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın