Hemasê daxuyand ku Qeter wê peymana agirbestê ya bi Îsraîlê ra eşkere bike

Quds
Hemasê daxuyand peymana agirbestê ya bi Îsraîlê ra wê ji hêla Qeterê va bê eşkerekirin.
Endamê Şaxa Siyasî ya Hemasê Îzzet er-Rîşk der barê agirbesta bi Îsraîlê ra ya bendê ne ku bê eşkerekirin da daxuyanî da televizyona Al Jazeerayê.
Rîşk wiha got: "Êdî bar li ser Qeterê ye. Ewê peymana agirbestê ya bi Îsraîlê ra eşkere bike. Hûrgiliyên agirbestê wê di nav rojê da bên eşkerekirin."
Rîşk anî ziman ku li gor peymanê alîkarî wê bigîhêje mirovan, ji her du aliyan va jin û zarok wê bên berdan û li gor van rêbazan agirbest wê çêbibe.
Serokê Hemasê Îsmaîl Heniyye gotibû hindik maye ku ew bi bi Îsraîl ra agirbestê çêbikin û anîbû ziman ku di vê mijarê da ewê bersiva xwe bidin Qeterê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.