Haydar Şahin
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
QUDIS
Hat ragihandin, rayedarên artêşa Îsraîlê gotin heke Îran êrîşî welatê wan bike ew ê rejima Esed a li Sûriyeyê ji text daxin.
Rojnameya Jerusalem Postê got ku rayedarên artêşa Îsraîlê yên navên wan nehatin dayîn dibêjin "Heke Îran erdên Sûriyeyê bi kar bîne û ji wir êrîşî Îsraîlê bike, rejima Esed ew ê bedela wê bide."
Di xeberê da hat destnîşankirin ku rayedaran ji Îranê tawsiye kirin ku bira êrîşî Îsraîlê neke û gotin, "Heke Îran erdên Sûriyeyê bi kar bîne û ji wir êrîşî Îsraîlê bik em ê rejima Esed ji nexşeyê û dinyayê paqij bikin."
Li gor xeberên di çapemeniya herêmî da hatin weşandin jî Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ji wezîran xwest ku bira di mijara Sûriyeyê da dengê xwe dernexin.
Duşema çûyî 2 teyareyên şer êrîşî baregeha hewayê ya T-4ê a li Humsa bajarê Sûriyeyê kiribûn, di bombebaranê da 2yê wan leşker, 5ê wan milîs bi tevahî 7 kes hatibûn kuştin.
Rûsyayê û rejima Esed diyar kiribûn ku êrîş bi destê Îsraîlê hatiye kirin, rêveberiya Tel Avîvê jî ev red kiribû.
Rayedarekê ji Îranê di daxuyaniya xwe da gotibû, "Ev êrîşa ew ê bê bersiv nemîne" û peyam dabû ku ew ê bersivê bidin Îsraîlê.