Dinya

Hejmara kuştiyên di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da gihîşt 71 hezar û 409an

Safiye Karabacak  | 09.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Hejmara kuştiyên di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da gihîşt 71 hezar û 409an

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan gihîşt 71 hezar û 409an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da, derbarê kuştiyên di êrîşên Îsraîlê da daneyên dawîn hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku termê 14 kesan û 17 birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Di êrîşên ji dema ragihandina agirbestê û vir va da jî 439 kes hatine kuştin û 1223 kes jî birîndar bûne. Ji binê enqazan termê 688 kesan hatiye derxistin.

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da ku ji cotmeha 2023yan pê va berdewam in, hejmara kuştiyan gihîşt 71 hezar û 409an û ya birîndaran jî gihîşt 171 hezar û 304an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın