Hejmara kuştiyên êrîşa DYA û Îsraîlê ya li dijî dibistaneke seretayî li başûrê Îranê gihîşt 51ê
Ankara
Hejmara kuştiyên êrîşa DYA û Îsraîlê ya li dijî dibistaneke seretayî ya keçan a li parêzgeha Hurmuzganê ku dikeve başûrê Îranê gihîşt 51 kesan.
DYA û Îsraîlê li dijî Îranê êrîş dan destpêkirin
Li gorî televizyona dewletê ya Îranê hejmara kuştiyên di encama êrîşa DYA-Îsraîlê ya li dijî Dibistana Keçan a Şeceretut Tayyîbe ya li bajarê Mînaba ser bi parêzgeha Hurmuzganê ku dikeve başûrê wî welatî gihîşt 51ê.
Qaymeqamê Mînabê Mihemed Radmehr diyar kir ku dibistan rasterast bûye hedef û di êrîşê da gelek keç hatine kuştin.
Radmehr berê ragihandibû ku dibistanek seretayî ya li Mînabê di êrîşeke DYA-Îsraîlê da bûye hedef û di êrîşê da 24 keçan jiyana xwe ji dest daye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
