Dinya

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin 61 jê zarok derket 213an

Yaser Arafat Mohamed Albanna, Ekrem Biçeroğlu  | 18.05.2021 - Rojanekırın : 19.05.2021
Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin 61 jê zarok derket 213an

Gazze

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin 61 jê zarok, 36 jê jin derket 213an.

Digel bertekên ji dinyayê, Îsraîl êrîşên xwe yên dijî Xezeya dorpêçkirî didomîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezeyê da li ser kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 10ê Gulanê vir da hatin kuştin, agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin, li Xezeyê 61 jê zarok, 36 jê jin 213 Filistînî hatin kuştin, hejmara birîndaran jî derket 1442yan.

- Bûyerên li Quds û Xezeyê

Ji serê remezanê pê va li taxa Şêx Cerah a Qudsa Rojhilatê û Mescida Eqsayê rageşî heye û polêsên Îsraîlê di 7ê gulanê da bi guleyên plastîk û bombeyên deng midaxaleyî Filistîniyan kir û rageşî zêdetir bû.

Ji bo ku polîsên Îsraîlê ji Mizgefta Eqsayê û taxa Şêx Cerah vekişîn, komên berxwedêr ên Filistînî ên li Xeta Xezeyê heta 10ê gulanê roja duşemê saet 18.00ê herêmî wext dabû.

Ji ber ku polîsên Îsraîlê ji Mizgefta Eqsayê û Şêx Cerahê venekişiyan, komên berxwedêr ên Filistînî gelek roket avêtin Îsraîlê.

Li ser vê yekê jî artêşa Îsraîlê bi navê "Pasevanên Sûran" dijî Xeta Xezeyê operasyona eskerî dabû destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın