Hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê hatin kuştin derket 71 hezar û 548an
Gazze
Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê hatin kuştin derket 71 hezar û 548an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên li ser kesên ji ber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin, parve kir.
Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da Filistîniyekî din hat kuştin û 6 kes birîndar bûn.
Ji dema ku agirbestê li Xezeyê dest pê kir heya niha di êrîşên Îsraîlê da 464 kes hatine kuştin û 1275 kes jî birîndar bûne.
Hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê ji Cotmeha 2023yan vir va hatin kuştin derket 71 hezar û 548an û hejmara birîndaran jî derket 171 hezar û 353yan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
