Dinya

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 32 hezar û 226an

Safiye Karabacak  | 24.03.2024 - Rojanekırın : 26.03.2024
Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 32 hezar û 226an

Istanbul

Hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê ya dagirkirî da hatin kuştin gihîşt 32 hezar û 226an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê yên ku 170 roj in dewam dikin da agahî da.

Hat daxuyandin ku di nav 24 saetan da li Xeta Xezeyê 84 Filistîniyên din jî hatin kuştin û 106 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên di êrîşan da hatine kuştin gihîşt 32 hezar û 226an, ya birîndaran jî bû 74 hezar û 518.

Hat gotin ji ber ku hêzên Îsraîlê rê li ber digirin, ekîbên parastina sivîlan û tenduristiya bilez nikarin xwe bigihînin cinazeyên di binê kavilan da û li devê rêyan mane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın