Dinya

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 31 hezar û 645an

Halime Afra Aksoy  | 17.03.2024 - Rojanekırın : 18.03.2024
Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 31 hezar û 645an

Istanbul

 Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê ya dagirkirî da hatin kuştin di nav 24 saetan da 92 kes zêde bû û gihîşt 31 hezar û 645an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê yên ku 163 roj in dewam dikin da agahî da.

Hat daxuyandin ku di nav 24 saetan da li Xeta Xezeyê 92 kesên din jî hatin kuştin û 130 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên di êrîşan da hatine kuştin gihîşt 31 hezar û 645an, ya birîndaran jî bû 73 hezar û 676.

Hat gotin ji ber ku hêzên Îsraîlê rê li ber digirin, ekîbên parastina sivîlan û tenduristiya bilez nikarin xwe bigihînin cinazeyên di binê kavilan da û li devê rêyan mane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın