Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da di 24 saetên dawîn da 94 zêde bû û gihîşt 60 hezar û 933yan

Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dibe ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetên dawî da 94 kes zêde bû û gihîşt 60 hezar û 933yan.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kirin.
Hat daxuyandin di nav 24 saetan da cinazeyên 94 kesan û 439 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da ket rewacê di 18ê Adarê da binpê kir û dîsa dest bi êrîşên xwe kir ku di van êrîşan da 9 hezar û 440 Filistînî hatin kuştin, 37 hezar û 986 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hat gotin Weqfa Alîkariya Însanî ya Xezeyê ya ku di bin emrê Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi navê alîkariya însanî herêmên belavkirinê ava kirine û li wan herêman ji 27ê Gulanê û vir va bi awayekî sîstematîk êrîşî Filistîniyan dikin, di van êrîşan da 1516 kes hatin kuştin, 10 hezar û 67 kes jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da 5 Filistîniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin û hejmara kesên ku ji ber biçîbûnê mirin jê 93 zarok, gihîşt 180.
Hat gotin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 60 hezar û 933yan, ya birîndaran jî bû 150 hezar û 27.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê bi hezaran kuştî hene.