Hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê hatin kuştin derket 71 hezar û 441ê
Gazze
Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê hatin kuştin derket 71 hezar û 441ê.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên li ser kesên ji ber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin, parve kir.
Ji dema ku agirbest li Xezeyê dest pê kir heya niha di êrîşên Îsraîlê da 451 kes hatine kuştin û 1251 kes jî birîndar bûne.
Hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê ji Cotmeha 2023yan vir va hatin kuştin derket 71 hezar û 441ê û hejmara birîndaran jî derket 171 hezar û 329an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
