Dinya

Hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 75 hezarî derbas bû

Hejmara kesên bi koronavîrusa tîpa teze (Kovîd-19) ya li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê ketin ji 75 hezar 100 î derbas bû

Haydar Şahin  | 19.02.2020 - Rojanekırın : 20.02.2020
Hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 75 hezarî derbas bû

Ankara

Hejmara kesên bi koronavîrusa tîpa teze (Kovîd-19) ya li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê ketin ji 75 hezar 100 î derbas bû.

Ji ber vîrusa Kovîd-19ê hetanî nika 2 hezar û 11 kes mirin. Li Çînê 2 hezar û 5, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 2, li Tayvanê kesek, li Filîpînê kesek, li Japonyayê kesek û li Fansayê jî kesek mirin.

Li Çînê 74 hezar û 185 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 62 kes, li Makauya Herêma Îdareya Taybet 10 kes bi vê nexweşiyê ketin. Li Tayvanê jî hat tesbîtkirin ku 22 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Li gor daneyên ji saziyên tenduristiyê yên welatên lê Kovîd-19 hat dîtin hatin berhevkirin hejmara kesên pê ketin wiha ye:

"Japonya 614, Sîngapur 81, Koreya Başûr 46, Tayland 35, Malezya 22, Vîetnam 16, Almanya 16, Amerîka 15, Awistralya 15, Fransa 12, Îngiltere 9, Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî 9, Kanada 8, Îtalya 3, Filîpîn 3, Hindistan 3, Rûsya 2, Îspanya 2, Belçika 1, Nepal 1, Sri Lanka 1, Swêd 1, Kamboçya 1, Fînlandiya 1, Misir 1."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın