Dinya

Hejmara heciyên namzed ên Tirk ên li xaka pîroz mirin derket 14an

Sabri Kesen  | 08.06.2025 - Rojanekırın : 09.06.2025
Hejmara heciyên namzed ên Tirk ên li xaka pîroz mirin derket 14an

Muğla

 Hejmara heciyên namzed ên Tirk ên li xaka pîroz mirin derket 14an.

Qedera 2 milyon Misilmanên ji çaraliyê dinyayê yên çûn xaka pîroz, bûn hecî.

Misilmanên ku piştî weqfeya li Erefatê bi otobusan derbasî Mizdelifeyê bûn, diaya weqfeyê kirin û her wiha qefle qefleyî rêya qedera 3,5 kîlometreyî meşiyan û gihîştin qada li Cemeratê ya ku şeytan didin ber keviran. Li vir jî her yekî 7 kevir avêtin "Cemreya Aqabeyê" ku wekî şeytanê mezin tê îfadekirin, pişt ra jî bi meşeke dirêj gihîştin Kabeyê, ziyareta tewafê kirin, traş bûnû ji îhramê derketin û bi wî awayî bûn hecî.

Hejmara welatiyên Tirk ên ku di organîzasyona heca sala 2025an da wefat kirin, derket 14an. Eşkere bû, sedema mirina beşeke mezin a heciyên namzed, nexweşiyên dil û demaran û her wiha enfeksiyon e.

Yên wefat dikin di qebristana li Mînayê da tên definkirin, lê hin malbatan cenazeyên xwe birin Tirkiyeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın