Dinya

Hejmara eskerên Lubnanê yên ku di êrîşên Îsraîlê da li başûrê Lubnanê hatine kuştin gihîşt 3yan

Muhammed Emin Canik  | 17.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Hejmara eskerên Lubnanê yên ku di êrîşên Îsraîlê da li başûrê Lubnanê hatine kuştin gihîşt 3yan

Istanbul

Hejmara eskerên Libnanê yên ku di êrîşên Îsraîlê da li başûrê Libnanê hatine kuştin gihîşt 3yan.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Libnanê da hat gotin ku artêşa Îsraîlê motorsîkletek ku li ser rêya Zibdîn-Nebatiyeyê li bajarê Nebatiyeyê diçû hedef girt.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşa Îsraîlê da 2 eskerên Libnanê yên li ser motorsîkletê hatine kuştin.

Di daxuyaniyeka berê ya artêşa Libnanê da hatibû destnîşankirin ku dema wesayîtek û motorsîkletek ji aliyê artêşa Îsraîlê va li herêma Kakayya el-Cisr a Nebatiyeyê li başûrê Libnanê hatin hedefgirtin, eskerek Libnanê hatiye kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.

- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.

Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 886an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezarû 141ê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın