Haydar Şahin
11 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2020
Hejmara deriyên sînor ên ji sala 2014an vir da pê alîkariya mirovahiyê dibin Sûriyeyê li ser tehdîda vetoyê ya Rûsyayê ji 4an daxistin 2yan.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) piştî mizakereyên demeke dirêj dewam kirin hindik mabû ku dema biryara îmkanê dide alîkariya ji dervayî welêt didin Sûriyeyê temam bibe dema wezîfeya mekanîzmayê ji bo 6 mehên din jî dirêj kir.
Rûsya û Çîn bêalî man û biryar hat qebûlkirin lêbelê Amerîka û Îngiltereya ji kêmkirina deriyên sînor memnûn nebûn jî bêalî man. 11 Welatî jî piştgirî da biryarê.
Peşnûma bi destê Almanya û Belçikayê hat amadekirin, li ser razînebûna Rûsyayê û tehdîda vetokirinê hejmara deriyên sînor ên pê alîkariyê dibin ji 4an daxistin duduyan.
Ji sala 2014an vir da her sal biryara KENYyê ji bo 12 mehan dihat nûkirin lêbelê vê carê ji bo 6 mehan hat dirêjkirin.

Berê 2 derî ji Tirkiyeyê deriyek ji Urdinê deriyek jî ji Iraqê ra vedibûn Sûriyeyê û pê alîkarî dibirin wê derê. Bi vê biryarê va herdu deriyên din hatin girtin bi tenê deriyên sînor ên Babusselame û Babulhewayê ewê ji bo alîkariya mirovahiyê vekirî bin.
Kêmkirina deriyên sînor ên pê alîkari ji 4 milyon kesî ra dibirin bi destê welatên rojavayî hat rexnekirin lêbelê bi destê Rûsyayê jî wekî serfirazî hat şîrovekirin.