Ahmed Satti
26 Sibat 2025•Rojanekirin: 27 Sibat 2025
Hat ragihandin li rojavayê Xartûma paytextê Sûdanê li herêma Ûmdûrmanê duh balafireke eskerî bi ser malekê da ket xwarê û di encamê da esker û sivîl bi tevahî 46 kes mirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Sûdanê SUNAyê, hikûmeta eyaleta Xartûmê der barê ketina balafira eskerî ya cure Antonov ya bi ser malekê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku esker û sivîl tevda, 46 kes mirin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin ku 10 kes jî birîndar bûn ku di navê da zarok jî hene û birîndar bo Nexweşxaneya en-Newê hatin veguhestin.