Dinya

Hat ragihandin ku tevî peymana agirbestê jî Îsraîl Deriyê Sînor yê Refahê ya li Xezeyê venake

Çağrı Koşak  | 14.10.2025 - Rojanekırın : 14.10.2025
Hat ragihandin ku tevî peymana agirbestê jî Îsraîl Deriyê Sînor yê Refahê ya li Xezeyê venake

Palestinian Territory

Medyaya Îsraîlê ragihand ku tevî peymana agirbestê ya bi Hemasê ra, Îsraîl wê sibê Deriyê Sînor yê Refahê veneke ku di ser Misrê ra diçe Xeta Xezeyê.

Li gor nûçeya rojnameya Tîmes Of Israelê, hat ragihandin ku Deriyê Sînor yê Refahê ku li gorî peymana agirbestê ya li Xezeyê diviyabû sibê vebe, wê ji aliyê Îsraîlê va girtî bimîne.

Îsraîlê derengketina di radestkirina cinazeyên hemû girtiyên Îsraîlî yên mirî yên ku di destê Hemasê da ne wekî sedema venekirina Deriyê Sînor yê Refahê nîşan da.

Di 9ê Cotmehê da Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di dema danûstandinên li Misrê da qonaxa yekem ya plana agirbesta Xezeyê pesend kirine.

Peyman li Misrê ku danûstandin lê çêbûn, hate îmzekirin û di 10ê Cotmehê da bi erêkirina hikûmeta Îsraîlê ketibû rewacê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın