Dinya

Hat ragihandin ku pergala parastina asîmanî ya Behreynê 92 fuzeyên balîstîk û 151 dron îmhe kirin

Omar Alothmani, Ekrem Biçeroğlu  | 08.03.2026 - Rojanekırın : 08.03.2026
Hat ragihandin ku pergala parastina asîmanî ya Behreynê 92 fuzeyên balîstîk û 151 dron îmhe kirin

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Wezareta Parastina Behreynê ragihand ku pergala wan a parastina asîmanî ji roja destpêkirina êrîşên Îranê û vir va 92 fuzeyên balîstîk û 151 dronên çekdar îmhe kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Behreynê da hat destnîşankirin ku pergala wan a parastina asîmanî berevaniya xwe ya dijî êrîşên Îranê didomîne.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku pergala parastina asîmanî ya Behreynê ji roja destpêkirina êrîşên Îranê û vir va 92 fuzeyên balîstîk û 151 dronên çekdar îmhe kirin.

Di daxuyaniyê da her wisa hat diyarkirin, bi fuzeyên balîstîk û dronên çekdar va hedefgirtina tesîsên sivîl û milkên taybet, binpêkirina bi awayekî eşkere ya hiqûqa mirovî ya navneteweyî û Şertê Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın