Hat ragihandin di midaxeleya Amerîkayê ya dijî Venezuelayê da 32 esker û polêsên Kubayî hatin kuştin
Ankara
Hikûmeta Kubayê ragihand ku di midaxeleya eskerî ya Amerîkayê ya dijî Venezuelayê da 32 esker û polêsên wan hatin kuştin û li welêt du rojan şîn ragihand.
Di wê daxuyaniyê da ya ku li ser têlevîzyona dewleta Kubayê hat weşandin, hat destnîşankirin ku esker û polêsên Kubayî êvara ku Amerîkayê midaxele kir, di çarçoveya peywireke bi daxwaza hikûmeta Venezuelayê, li Venezuelayê bûn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku 32 esker û polêsên ku di dema midaxeleya eskerî ya Amerîkayê ya dijî Venezuelayê da li ser peywirê bûn, hatin kuştin.
Hikûmeta Kubayê ji bo esker û polêsên hatin kuştin, du rojan şîn ragihand. Peywirdaran her wiha sersaxî dan malbatên esker û polêsên hatin kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
