Hat ragihandin di encama nêzî 30 moşekên Îranê avêtin cihên cuda yên Îsraîlê da xisar çêbû

Quds
Hat ragihandin ku Îranê nêzî 30î moşek avêtin cihên cuda yên Îsraîlê.
Servîsa acil a Îsraîlê Stêrka Kizil Davût daxuyand ku agahî hildane ku moşek û perçeyên şarapnelan li 10 cih û warên cuda ketine.
Hat ragihandin ku ji 30 moşekên ku Îranê avêt axên Îsraîlê hin nehatin berterefkirin û li hin cih û warên Îsraîlê ketin.
Stêrka Kizil Davût daxuyand li bajarê Hayfayê moşekek ket û li herêmê xisar çêbû, li gor agahiyên ewil 11 kes birîndar bûn, herwiha li herêmên xisardîtî xebat dewam dikin.
Rojnameya Îsraîlê Yedioth Ahronothê diyar kir ku hin moşek li qadên vekirî ketine, li Hayfayê li naverasta welêt Shephelah û derdora Tel Avîvê li herêma Dan Gushê xisar çêbû.
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku dikarin ji sitargehan derbikevin herwiha li herêmên xisardîtî xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Li Îsraîlê derdora saet 07.30an hatibû ragihandin ji Îranê moşek hatine agirkirin û Îsraîlê alarm dabû.