Hat diyarkirin Ehmedê Sûriyeyî yê li Awistralyayê midaxeleyî êrîşkar kir, divê çend emeliyetan derbas bike
Ankara
Dê û bavê Ehmed el-Ehmedê Sûriyeyî eşkere kir ku divê kurê wan ji çend emeliyetên din jî derbas bibe ku cesûrane midaxeleyî êrîşa li plaja bajarê Sydneyê yê eyaleta New South Walesê (NSW) ya Awistralyayê ya ku di encamê da 15 kes hatibûn kuştin, kiribû û çeka di destê êrîşkarekî da jê sitandibû.
Mihemed Fatih el-Ehmed û Melîke Hesen el-Ehmed dê û bavê Ehmed in. Her duyan daxuyanî da ABC Newsê û kurê xwe wek "leheng" şayesandin ku kurê wan di êrîşa çekdar a duh da êrîşkarek berteref kiribû.
Dê û bavê Ehmed diyar kirin ku çar yan jî pênc gule li Ehmed ketin û ji ber ku hin gule hê jî di bedena wî da ne, divê ji çend emeliyetên din jî derbas bibe.
Dê û bavê Ehmed destnîşan kirin ku ew çend meh berê ji Sûriyeyê hatin û her wiha kurê wan ji 2006an û vir va li Awistralyayê dijî û ew dia dikin ku kurê wan qenc bibe.
Melîke Hesen el-Ehmeda diya Ehmed wiha xeberda, "Dît ku însan tên kuştin û gava guleyên êrîşkar qediyan, çeka wî ji dêst derxist lêbelê gule lê ketibûn."
Dayika dilşewat got ku kurê wî gava midaxeleyî êrîşkar kir, êrîşkarê duyem gule berda girka milê wî.
Malbata wî diyar kir ku yek 3 salî û ya din 6 salî 2 keçên Ehmed hene û baweriya wan çi dibe bira bibe, kurê wan dê bixwaze ku herkesî biparêze.
Mihemed Fatih el-Ehmed jî wiha axivî, "Ehmed gava midaxele kir, raboriya însanên ku jiyana wan xilas kir nedifikirî. Ehmed ferqê naxe nava neteweyan. Bi taybetî li Awistralyayê di navbera welatiyan da ferq û cudahî tuneye."
- Minnsê Serokwezîrê Eyaleta NSWyê li nexweşxaneyê Ehmed ziyaret kir
Chris Minnsê Serokwezîrê Eyaleta NSWyê li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa Xa navend Amerîka, wêneya xwe û Ehmedê ku li nexweşxaneyê ziyaret kir parve kir.
Minns di parvekirina xwe da wiha got, "Ehmed lehengekî rastîn e. Cureta wî ya nedîtî ya duh a di dema midaxelekirina terorîst da bêşik û guman gelek însan xilas kirin. Ji bo min rûmeteke gelekî mezin e ku min bi wî ra wext derbas kir û spasiyên şêniyên NSWyê gihandin wî."
- Êrîşa çekdar a li Awistralyayê
Li Awistralyayê li Plaja Bondiyê ya li bajarê Sydneyê yê eyaleta New South Walesê êrîşa çekdar hatibû kirin.
Ewlehiyê eşkere kiribû ku bav û kurekî êrîş pêk anî û di encamê da 15 kes hatin kuştin û 42 kes jî birîndar bûn.
Hatibû ragihandin, ji du berşikan yek hat kuştin û yê din jî hat binçavkirin.
Serokwezîrê Awistralyayê Albanese di civîna çapemeniyê da daxuyandibû ku êrîş li dijî Awistralyayiyên Cihû hat kirin.
Ehmed el-Ehmedê ku cesûrane midaxeleyî êrîşê kiribû û çeka êrîşkarekî ji dest derxistibû, di çapemeniya Awistralyayê da bûbû rojev.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
