Dinya

Hat îdiakirin ku Îsraîlê êrîşek asîmanî bir ser Şama paytexê Sûriyeyê

Eşref Musa, Ömer Koparan  | 02.10.2024 - Rojanekırın : 03.10.2024
Hat îdiakirin ku Îsraîlê êrîşek asîmanî bir ser Şama paytexê Sûriyeyê

Tel Abyad

Hat îdiakirin ku Îsraîlê êrîşek asîmanî bir ser avahiyeke li Taxa Mezzeyê ya Şama paytextê Sûriyeyê.

Li gor nûçeya ku çavkaniya wê eskerî ye ya SANAya ajansa rejima Sûriyeyê, Îsraîlê bi saeta herêmî di saet 17.25an da êrîşek bir ser avahiyeke li Taxa Mezzeyê ya Şamê.

Di nûçeyê da hat diyarkirin, "Di êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin, 3 sivîl birîndar bûn."

Hatibû îdiakirin ku hêzên Îsraîlê şevek berê li Mezzeyê êrîşên asîmanî biribûn ser niqteyên eskeriyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın