Dinya

Hîzbullah: Emê serokê xwe yê nû di demekê nêz da hilbijêrin

Mahmut Geldi  | 30.09.2024 - Rojanekırın : 01.10.2024
Hîzbullah: Emê serokê xwe yê nû di demekê nêz da hilbijêrin

Beyrut

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Şex Naîm Kasim got ku di şûna Hasan Nasrallahê di êrîşên esmanî yên Îsraîlê da hat kuştin wê serokê xwe yê nû di demekê nêz da hilbijêrin.

Şêx Kasim, piştî ku Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Nasrallah di 27ê Îlonê da, di êrîşên li ser herêma Dahiyeya Beyrûtê da hat kuştin derket televîzyonê axaftinek kir.

Şêx Kasim got ku di êrîşên esmanî yên li dijî herêma Dahiyeyê da ji bilî Nasrallah hin rêvebirên Hîzbullahê jî hatin kuştin û wiha dewam kir:

"Emê serokê xwe yê nû di demekê nêz da hilbijêrin. Emê vê li gor makanîzmayên Hîzbullahê bikin. Wê vebijêrk pir hêsan bin, hûn rihet bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın