Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 2 Filistîniyên ku destê xwe rakirin hewayê û teslîm bûn înfaz kirin
Dîmenên dema 2 Filistîniyên ku li bajarê Cenînê ji maleke dorpêçkirî destê xwe radikirin hewayê û derdikevin derva bi destê hêzên Îsraîlê tên înfazkirin, derket holê
Istanbul
Hêzên Îsraîlê li bajarê Cenînê ya dagirkirî 2 Filistîniyên teslîm bûn înfaz kirin.
Hêzên Îsraîlê li Cenîna li bakurê Şerîaya Rojava malekî dorpêç kir.
Dîmenên dorpêçî û bi destê hêzên Îsraîlê ênfazkirina 2 Filistîniyan derket holê.
Di dîmenên ku el-Gad TVya navenda wê Misir e weşand da tê dîtin ku ji mala ku ji hêla hêzên Îsraîlê va hatiye dorpêçkirin 2 Filistînî destê xwe radikin hewayê û wisa derdikevin derva.
Di dîmenên tê diyarkirin ku li herêma Cebel Ebû zahir a nêzî Kampa Penaberan a Cenînê hatiye qeydkirin da xuya dike ku hêzên Îsraîlê ji Filistîniyan dixwazin ku dîsa bikevin xaniyê ku bi dozerê xira kirine.
2 Filistîniyên ku destê wan li hewayê ne piştî ku gav diavêjin hûndir eskerên Îsraîlê gulebaranê dikin.
Meqamên Filistînê der barê vê êrîşê û nasname û rewşa tenduristiya van Filistîniyan da hê tu daxuyanî neda.
Ji hêla din va artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da êrîşa ku 2 Filistînî înfaz kirin piştrast kir.
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ev kes bi komên Filistînî ra "têkildar in" û "li wan digeriyan."
Hat îtirafkirin ku piştî dorpêçiyê 2 Filistînî ji avahiyê derketin û hêzên Îsraîlê gule berdan ser van kesan.
Hat ragihandin ku êrîşa înfazkirina 2 Filistîniyên teslîm bûn tê vekolîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
