Dinya

Hêzên Îsraîlê bişev 14 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê bi şev li Şerîeya Rojava 14 welatiyên Filistînî binçav kirin

İbrahim Atmaca  | 09.09.2019 - Rojanekırın : 10.09.2019
Hêzên Îsraîlê bişev 14 Filistînî binçav kirin

Quds

Hêzên Îsraîlê bi şev li Şerîeya Rojava 14 welatiyên Filistînî binçav kirin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku di operasyonên li hin herêmên Şerîeya Rojava hatin kirin da bi îdiaya "tevlîbûna çalakiyên terorê" 14 welatiyên Filistînê hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku kesên hatin binçavkirin birin navenda binçavkirinê ya li herêmê.

Hêzên Îsraîlê gelek caran diavêjin ser navnîşanên li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava ya dagirkirî, bi hin hincetan welatiyên Filistînê binçav dikin.

Di binçavkirinên li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava vegeriyaye rewşeke normal da welatiyên Filistînê yên di nav wan da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.

Li gor çavkaniyên Filistînê yên fermî di girtîgehên Îsraîlê da nêzî 500 girtiyên îdarî, 220ê wan zarok ji 5 hezarî zêdetir welatiyên Filistînê girtî ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın