SILÊYMANIYE
Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistana Iraq a Federal (HKIF) û yekemîn Alîkarê Sektreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî yê Kurdistanê Dr. Berhem Salih got: "Tirkiye di pêvajoya çareseriyê de gihiştiye merheleyeke pir heses. Em hêvî dikin ku bi awayekî aştiyane bi dawî bibe û neyê xitimandin."
Salih pêvajoya çareseriyê ji nûçegihanê AAyê re nirxand û got ku ji bo çareseriyê çi bikeve ser milên erkdaran divê bikin û wiha pê de çû: "Bendewariyên gelê kurd û tirk ji vê pêvajoyê hene. Heke pirsgirêka kurdan bê çareserkirin dê herêm bi her awayî li pêş bikeve û geştir bibe. Ez hêvî dikim ku serokên partiyên siyasî pêvajoyê bi rêkûpêk birêve bibin û bi awayekî aştiyane çareser bikin. Daxwaza me ya sereke ev e ku pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe."
Salih bal kişan li ser geşedanên herêmê û da zanîn ku ji bo li rojhilata navîn îstiqrar pêk bê divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Salih diyar kir ku di sedsala 20emîn de, kurd tune hatin qebûlkirin û rastî zor û zilmê hatin û got: "Lê belê niha kurd gihiştine qonaxeke baştir. Ji bo îstiqrara rojhilata navîn faktora herî girîng kurd in. Demekê behsa çûna Saddam Huseyîn dihat kirin, lê Tirkiye li hemberê vê yekê disekinî. Digotin ku bi çûnyîna Saddam dê li Iraqê alozî û bêîstiqrarî çêbe. Lê belê îro Kurdistan bûye mînaka îstiqrarê. Herwiha bi Tirkiye û welatên cînar ên din re jî têkiliyên me yên dostane hene."
Berhem Salih bal kişand li ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê got ku divê çi ji hêzên navneteweyî tê bike û wiha dewam kir: "Roj bi roj reng û dirûvê şerê Sûriyê yê navxweyî vediguhere dibe şerê herêmî û mezhebî. Divê ber li rêxistinên alîgirê şidetê bê girtin û ji bo qedandina şerê navxweyî rêyên aştiyane bên dîtin."