HELEB
Mizgeft, sûk û malên dîrokî yên ku ji aliyê hêzên Esed ve hatine bombebarankirin yek û yek xerab dibin.
Bajarê Helebê yê ku navenda bazirganiya Sûriyeyê ye, di nav bajarên ku herî zêde wêran bûye de ye.
Berpirsiyarê medyayê a Tûgaya Tewhîdê Salih Anadanî bi AAyê re axivî û wiha got: "Hêzên Esed ji ber ku herêma Mizgefta Dîrokî ya Emewiyê û sûka li wir bi dest bixin, bi roket û guleyên hawanê erîşî wir kirin. Di êrîşê de 30 heb guleyên hawanê li mizgeftê ketin. Piştî êrîşê dîwarê mizgeftê û sûkê gelekî xesar dîtin. Ji bilî van deran mizgeft, sûk û malên dîrokî yek û yek hildiweşin."
Anadanî wiha dewam kir: "Ew malên kevin ên ku li derdora Mizgefta Emewiyê ne jî, ji êrîşan gelekî xesar dîtin. Hêzên Esed dixwazin ku herêma mizgeft û sûkê bi dest bixin û ber bi herêma Heleba kevin herin, lê bi ser neketin.