Dinya

Guterres got ku Îsraîl hiqûqa navneteweyî îxlal dike û divê berpirsyar hesabê bidin

Şerife Çetin  | 28.06.2025 - Rojanekırın : 28.06.2025
Guterres got ku Îsraîl hiqûqa navneteweyî îxlal dike û divê berpirsyar hesabê bidin

New York

 Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres diyar kir tê zanîn ku Îsraîl îxlalên hiqûqa navneteweyî dike û got ku "Dema îxlal hebe divê berpirsyar hesabê bidin."

Guterres li avahiya NYyê ya li New Yorkê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Hat bibîrxistin nûçeyên dibêjin ku eskerên Îsraîlê telîmata kuştina Filistîniyên bêçek hildaye hene û hat pirsîn ku gelo di vê çarçoveyê da wext nehatiye ku dijî Îsraîlê mueyide bên tetbîqkirin. Guterres li ser vê got ku "(Îsraîl) Ji bo ku bê dîtin ku îxlalên hiqûqê yên gelekî mezin dike hewcehî bi raporê tune. Dema îxlal hebe divê berpirsyar hesabê bidin."

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres der barê sûcdarkirina ku NY di mijara li navendên belavkirina alîkariyê ya Weqfa Alîkariya Însanî ya Xezeyê ya ji hêla Îsraîl-Amerîkayê da tê birêvebirin da mirov tên kuştin agahiyên derew belav dike da jî got ku "Me dîmenên ku her kesê dîtiye ji ber xwe va negotin."

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres diyar kir ku li Xezeyê di belavkirina alîkariya însanî da sivîl tên kuştin û got ku "Lêgerîna xwarinê divê tu carî nebe fermana mirinê."

Guterres der barê nûçeyên der barê pêşniyazên agirbesta nû ya li Xezeyê da jî nirxandina "Em piştgiriyê didin her cure teşebûsên aştiyê yên ku ji hêla birêvebiriya Filistînê va tê birêvebirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.