Dinya

Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê ji bo bicîanîna agirbestî bangî Îran û Îsraîlê kir

Şerife Çetin  | 24.06.2025 - Rojanekırın : 25.06.2025
Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê ji bo bicîanîna agirbestî bangî Îran û Îsraîlê kir

New York

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres bang li Îsraîl û Îranê kir ku ew guh bidin agirbestê û got ew hêvî dike ku di pevçûnên din ên li herêmê da jî agirbest pêk bê.

Guterres ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Xê der barê agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê da daxuyanî.

Guterres da zanîn ji ber ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di navbera Îsraîl û Îranê da agirbest pêk hat kêfxweş e û got ku divê dawî li pevçûnê bê.

Guterres bangî Îsraîl û Îranê kir ku guh bidin agirbestê û diyar kir hêvî dike ku di îxtilafên din ên li herêmê da jî agirbest pêk bê.

Sekreterê Giştî yê NYyê da zanîn ku gelê herdu welatan jî rastî gelek êşan hatin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.