WASHÎNGTON
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Obama got ku artêşa DYAyê li hemberî Rûsyayê dê nekeve nav tevgerên leşkerî.
Obama di hevpeyvîna xwe ya ku da medyayê de destnîşan kir ku dê neçin sefera leşkerî ya li dijî Ukraynayê.
Obama got ku Ukrayna jî wek me di heman fikrê de ye û di warê leşkerî de ketina angajmanê ya bi Rûsyayê re baş nabînin û wiha dewam kir: "Divê Ukrayna pêşeroja xwe bi xwe diyar bike. Ji bo vê jî divê çavkaniyên dîplomatik bên bikaranîn."
Obama diyar kir ku rêbaza dîplomasiyê ji şer baştir e û destnîşan kir ku fikra wan a leşkerî tuneye. Obama di daxuyaniya xwe de got ku tu fikra wan ya bi Rûsyayê re şerkirin tuneye û wiha got: "Ukrayna jî şer naxwaze û tu kes jî şer naxwaze."
Serokê DYAyê Obama der heqê Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn de jî got ku "Ne bi hêz, bi zeîfî tevdigere."