ANKARA - FATIH GAZIOGLU / SEVIM HATUN
Lijneya Kurdên Sûriyeyê serdana xwe ya li Tirkiyeyê didomîne.
Lijneyê piştî hevdîtinan li Navenda Giştî ya BDPyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de serokê lijneyê Îbrahîm Kurdo xwe wek "Wezîrê Karên Derve yê Kobana Rojavayê" da nasîn.
Serokê lijneyê Kurdo got ku wan bi BDP, KESK, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Balyozxaneya Îngilistan, Almanya û Kanadayê yê li Tirkiyeyê re, hevdîtin kir. Kurdo diyar kir ku bi rayedarên Tirkiyeyê re jî hatin bal hev lê mumkine ku der barê wan hevdîtinan de agahiyê bidin.
Kurdo da zanîn ku ew ne li dijî kesekî ne, daxwaza wan ew e ku li herêma xwe mirovahiyê nîşan bidin û li Sûriyeyê bi hev du re bijîn û wiha dewam kir: "Em ji bo rewşa xwe ya têdeyî bidine nîşandin û hevdîtinan bikin hatin. Em ji Sûriyeyê veqetînê naxwazin. Em dixwazin bi hev re bijîn. Lê belê îro li ser me zordestî û tundiyeke mezin heye. Bi taybetî komên terorî yên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (IŞÎD) êrîşî me dike, em jî li dijî wan xwe diparêzin. Êrîşî li ser me dikin. Ev tevger li dijî mirovahiyê ne."
- Bila deriyê sînor bên vekirin
Kurdo got ku Koban ji her sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin û wiha pê de çû: "Ji bo em êş û elema gel bidine nîşandan em hatin. Em bangawazî dikin da ku Deriyê Kobanê, Cizîrê, Efrînê, Nisêbînê bên vekirin û Tirkiye alîkariye bide me. Her wiha em li vir bangî Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dikin da ku deriyê başûr jî bê vekirin û erkdar alîkariyê bidine me."
Kurdo da zanîn ku herêma wan herêmeke aram e û wiha diyar kir: "Herêma me herêmeke aram e, ji ber vê gelek koçber hatine Kobanê. Gelek neteweyê wek tirkmen, ereb, kurd ji bo xwe biparêzin hatin kantona me. Ji ber vê nifûsa me gelek zêde bû û êrîşên li ser Kobanê jî ji sê aliyan ve dewam dikin."
- Ar û dermanên me têrê nakin
Kurdo da zanîn ku ji ber koçberiyê nifûsa wan gelek zêde bûye û wiha got: "Derfetên me gelekî kêm bûn, ez dikarim bibêjim ku hetanî mehekê dê arê mê biqede, her wiha derman û nexweşxaneyên me jî nînin. Ji bo koçberan em dixwazin niha kampekê ava bikin, lê derfetên me nînin, çi di destê me de hebû me bi wan re par ve kir. Betanî, mazot, derman."
Kurdo got: "Em bangewaziya Neteweyên Yekbûyî (NY), hemû dewletên li dinyayê û bi taybetî jî Tirkiyeya demokratîk dikin da ku alîkariyê bidine me, derî ji me re vebike, derfatê bide me ku em karibin ji bo koçberan kampeke avabikin, pêdiviyê xwe bi cih bînin."
- Em dixwazin bi Tirkiyeyê re bazirganiyê bikin
Kurdo destnîşan kir ku herema lê dijîn dewlemend e, 40 milyon darên zeytûnan hene, bêtir li mentiqeya Efrînê zeytê çêdikin herwiha Kobanê bi genim, Cizîre jî bi petrolê dewlemen de, em dixwazin bi Tirkiyeyê re di qadeke aştiyane de bazirganiyê bikin. Em jî feyde bibînin, Tirkiye jî feyde bibîne.
Wekî tê zanîne di rojên borî de Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) li herêmên Afrîn, Kobanî û Cizîra Sûriyeyê birêwbiriya kantonê îlan kiribû.