WASHINGTON
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama bi Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande û Serokwezîrê Kanadayê Stephen Joseph Harper re li ser geşedanên ku li Ûkraynayê pêk tên axivî.
Obama pêşî bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re hevdîtin kir, pişt re bi telefonê Hollande û Harper re jî axivî.
Li gor daxuyaniya ku li Qesra Spî hat dayîn, her sê serokan li ser divêtiya fikra rêzgirtinê ya desthilatdarî û yekîtiya axa Ûkraynayê hev kir. Serokan di daxuyaniyê de fikarên xwe yên der barê mudahaleya leşkerî ya Rûsyayê de jî anî ziman.
Di daxuyaniyê de ev agahî cih girtin:
"Serokan bi zagonên navneteweyî piştgirî da demokrasî û pêşeroja Ûkraynayê û gotin ku ev ji bo yekîtiya civakan a navneteweyî girîng e. Her wiha serok ji bo îstîqrara aborî û reforman jî dê alîkariyê bidin Ûkraynayê."