Selen Temizer
03 Nîsan 2023•Rojanekirin: 04 Nîsan 2023
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, Fînlandiya sibê dê wekî endamê 31em beşdarî îtifaqê bibe, alaya wê dê li baregeha NATOyê were bilindkirin.
Stoltenberg berî Civîna Wezîrên Karên Derva yên NATOyê ku dê di 4-5ê Nîsanê da li baregeha NATOyê ya li paytextê Belçîkayê Brukselê were pêkanîn, civîna çapemeniyê li dar xist.
Stoltenberg destnîşan kir, di roja ewil a civînê da Fînlandiya dê wekî endamê 31em were ragihandin û alaya wê dê li baregeha NATOyê were bilindkirin. Stoltenberg bal kişand ku ev yek dê welatê navborî ewletir, Îtifaqê jî bihêztir bike.
Stoltenberg her wisa hêviya xwe ya temambûna pêvajoya endametiya Swêdê ya di demeke kin da jî dubare kir.