Dinya

Fîloya Sumûdê ya Kurewî gihîşt peravên Gîrîtê

Lejla Biogradlija, Barış Seçkin  | 24.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Fîloya Sumûdê ya Kurewî gihîşt peravên Gîrîtê

Ankara

 Keştiyên Fîloya Sumûdê ya Kurewî ku seba şikênandina dorpêça Îsraîlê û gîhandina alîkariya însanî ber bi Xezeyê va bi rê ket, gihîştin Gîrîtê.

Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Ersîn Çelîk jî di fîloyê da ye. Çelîk diyar kir ku fîlo ji 40î zêdetir keştiyan va rêwîtiya xwe didomîne û bi qasî 4 saetan rêya wan ma xwe bigihînin Gîrîtê.

Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji Sîcîlyayê bi rê ketin û 4 roj e ku li ser behrê ne û wiha dewam kir, "Vê gavê di navbera me û Gîrîtê da nêzî 4 saetan rê heye. Em ji 40î zêdetir keştiyan va wekî fîlo dewam dikin."

Çelîk daxuyand ku ew ê li Gîrîtê sotemeniyê hildin û aktivîstên ku nexweş in û nikarin dewam bikin, wê peya bin. Çelîk got ku li Yûnanistanê jî 6 keştî wê bigihêjin wan û paşê rotaya wan wê Xeze be.

- Li gor texmînê fîlo wê heta 8 rojan bigihêje peravên Xezeyê

Çelîk destnîşan kir ku li gor texmîna wî Fîloya Sumûdê ya Kurewî wê heta 8 rojan xwe bide peravên Xezeyê, 3 roja şûnda bahoz tê payîn, lê li gor wî behrvan jêhatî ne û wê pirsgirêk çênebe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.