Dinya

Fîloya Sumûdê ya Kurewî beriya Xezeyê wê biçe Bendera Bînzertê ya Tûnisê

Adel Bin Ibrahim Bin Elhady Elthabti, Hamdi Yıldız  | 11.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
Fîloya Sumûdê ya Kurewî beriya Xezeyê wê biçe Bendera Bînzertê ya Tûnisê

Tunisia

Fîloya Sumûdê ya Kurewî daxuyand, ji bo şikênandina dorpêça Îsraîlê beriya ku biçin Xezeyê, wê ji Bendera Sîdî Busaîdê ya Tûnisê biçin Bendera Binzertê ya li bakurê Tûnisê.

Endamê Delegasyona Tûnisê ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî Dr. Mihemed Emîn Bînnûr ji TAPa ajansa nûçeyan a fermî ya Tûnisê ra axivî û diyar kir, amadekariyên li Bendera Sîdî Busaîdê hê kuta nebûne û ji bo rêwîtiya keştiyên piçûk û normal li ser Behra Spî rêwîtî ewledar nîne.

Bînnûr daxuyand ku çûyîna ber bi Xezeyê va du roj hat taloqkirin û beriya çûyînê ew ê biçin Bendera Bînzertê ya li bakurê Tûnisê û amadekarî wê li wê derê werin temamkirin.

Ji beşdarên fîloyê û Endamê Îcraya Konvoya Sumûdê ya Mexrîbê Nebîl Şennufî duh daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û wiha gotibû, "Ya rast hatibû plankirin ku fîlo îro bi rê bikeve lêbelê li gor texmînên hewayê yên pisporan hat ragihandin ku dê şert û mercên hewayê îro nebaş be. Ji ber vê birêketina tekneyan taloqê sibê bû."

Ji bo piştevaniya Filistînê û şikênandina dorpêça Îsraîlê bi piştgiriya 40 welatî zêdetir bi navê Fîloya Sumûdê ya Kurewî (Global Sumud Flotilla) fîloya alîkariya sivîlan a navneteweyî hat avakirin. Kelek û keştiyên fîloyê di 31ê tebaxê da ji Barselonaya bajarê Îspanyayê ber bi Xezeyê va bi rê ketibûn. Di heman rojê da ji Cenovaya bajarê Îtalyayê jî çend keştiyên ku bi tevahî 300 ton alîkarî lê barkirî ne, ji bo ku beşdarî Fîloya Sumûdê ya Kurewî bibin, li ser Behra Spî dabûn dû hev.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.