Fîloya Sumudê ya Kurewî ji Tûnisê ber bi Xezeyê va derket rê
- Hat diyarkirin ku di belema ewil a ku ji Bendergeha Bînzertê silav da gel û wisa derket rê da aktîvîstên Tirk jî hene

Tunis
Belemên Fîloya Sumudê ya Kurewî yên ku ji Îspanyayê hatin û belemên ku ji Tûnisê tevî fîloyê bên ji Tûnisê ber bi Xezeyê va derketin rê.
Belema ewil a di Fîloya Sumudê ya Kurewî da ya ji bo ku dorpêçiya Îsrîalê bikşîne û alîkariya însanî bigihîne Xezeyê derket rê li Bendergeha Bînzertê silav da gel û wisa derket rê.
Hat hînbûn ku di belema ewil a ku dê biçe Xezeyê da aktîvîstên Tirk jî hene.
Digel 22 belemên ku di 31ê tebaxê da ji Barselonaya bajarê Îspanyayê derketin rê ji Tûnisê jî 23 belem di Fîloya Sumudê ya Navneteweyî da cî digirin.
Belemên ku ji paytext Tûnisê duh û îro derketin rê û belemên ku ji bendergeha Bînzertê derketin dê li peravên Tûnisê bigihêjin hev û ber bi Xezeyê va biçin.
Fîloya ku Tirk jî di nav da ji nêzî 50 welatî nêzî hezarî aktîvîst tê da ne bi belemên ku dê ji Îtalya û Yûnanistanû tevî bibin va li peravên Behra Spî bigihêje hev û ber bi Xezeyê va biçe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.