Futbolîzê berê Lineker anî ziman ku divê BBC şermê bike ku fîlma dokumenterî ya Xezeyê betal kir

Ankara
Futbolîzê berê û şîrovekarê televizyonê Gary Lineker anî ziman ku divê BBC ji ber ku fîlma dokumenterî ya "Xeze: Bijîşkên di bin êrîşê da" bi sedema "fikarên di warê binemaya bêalîbûnê" betal kir, serê xwe bi şermezarî berdê ber xwe.
Lineker piştî nimayişa fîlma dokumenterî ya şirketa derhêneriyê "Basement Films"ê ya bi navê "Xeze: Bijîşkên di bin êrîşê da" axivî.
Lineker ji ber ku BBCyê bi sedema "fikarên di warê binemaya bêalîbûnê" weşandina fîlma dokumenterî betal kir, bertek nîşan da û diyar kir ku fîlma navborî yek ji wan fîlmên "herî giring û elîmî" bû ku di jiyana xwe da temaşe kiriye.
Lineker bertek nîşanî BBCyê da û got, "Ez wisa difikirim ku pêdivê BBC serê xwe bi şermezarî berdê ber xwe."
Lineker tekezî kir ku ev rewş fikarê dide û got, "Ewê gelek kes ji ber tiştên ku diqewimin, mecbûr bimînin ku hesabê bidin. Ev şirîketa sucê wê gelek kesan bikişîne nava xwe."